Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 206 kes bi Covid-19 mirin

.

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bihorî de 18 hezar û 622 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 206 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, îro Yekşemî 22ê Tebaxê amarên nû yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 265 hezar û 196 pişkinînên Covid-19 hatine kirin ku encamên 18 hezar û 622 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 206 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dane. Ji duh ve heta îro jî 13 hezar û 263 nexweşên coronayê baş bûne.

Rêjeya vaksînkirinê

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê herwiha amarên nû yên vaksînkirinê jî belav kir û da xuyakirin, rêjeya kesên di ser 18 salî re ku doza yekem a vaksînê wergirtine, gihîştiye %74.01 û rêjeya kesên doza duyem a vaksînê wergirtine, ji sedî 56.55 derbas kiriye û bi vê yekê, ji destpêkê ve heta niha 45 milyon û 936 hezar û 819 kesan doza yekem û 35 milyon û 99 hezar û 244 kesan doza duyem û 7 milyon û 607 hezar û 903 kesan jî doza sêyem a vaksînê wergirtine.

Li gor wezaretê, hejmara kesên ku heta niha dozên yekem, duyem û sêyem ên vaksîna Covid-19 wergirtine, bo 88 milyon û 760 hezar û 525 kesan bilind bûye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî derbarê rewşa wî welatî de ragihand, pêşbînî û bendewariya wan a ji bo daktina rêjeya pêketina vi vîrusa Covid-19 di dawiya heftiyê de pêk nehat û tekez kir, “ev yek hişyariyê dide me ku ew zêdetir baldarî tedbîran bin û zêdetir rijd bin li ser cîbicîkirina rêkarên tendirustiyê. Bi vaksînê serkevtin mumkin dibe.”

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin