Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 186 kes bi koronayê mirin

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 44 hezar û 756 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 186 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 249 hezar û 126 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 44 hezar û 756 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 186 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 23 hezar û 214 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 445 hezar û 52 kesan û 32 hezar û 73 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 82 hezar û 676 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 39 milyon û 319 hezar û 889 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.


 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan