Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 183 kesan bi Coronayê cane xwe ji dest da

.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 21 hezar û 692 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 183 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, amarên nû yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, di 24 demjimêrên borî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 294 hezar û 561 pişkinînên Covid-19 hatine kirin ku encamên 21 hezar û 692 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 183 kes jî pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dane û ji duh heta îro 17ê Tebaxa 2021ê,  14 hezar û 636 nexweşên coronayê jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baş bûne.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca bang li welatiyan kir ku vaksînê werbigrin û got: “Eger em bi kontrol tevnegerin û bi rênimayan pabend nebin heta em bexşangî bibin dê wendahiyên me çêbibin. Divê em vaksîn werbigrin, bi rênimayan pabendbin.”

Herwiha li gor amarên îro hatin ragihandin li Bakurê Kurdistanê hejmara kesên vaksîn werdigrin di asteke cidî de zêde bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin duh 16ê Tebaxa 2021ê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 hezar û 163 kes  hatiye tomarkirin û 165 kesan jî cane xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn