Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 157 kes bi koronayê mirin

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 731 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 157 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 222 hezar û 753 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 28 hezar û 731 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 157 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 19 hezar û 186 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 120 hezar û 13 kesan û 30 hezar û 619 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 900 hezar û 829 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 37 milyon û 212 hezar û 928 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin