Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 137 kes bi coronayê mirin

.

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 656 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 137 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 222 hezar û 613 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 7 hezar û 656 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 137 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 11 hezar û 180 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 235 hezar û 978 kesan û 47 hezar û 271 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 94 hezar û 279 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 53 milyon û 700 hezar û 891 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn