Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 124 kes bi coronayê mirin

.

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bihorî de 26 hezar û 597 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 124 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, êvara Sêşemê 10ê Tebaxê amarên nû yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di nava şev û rojekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 264 hezar û 647 pişkinînên Covid-19 hatine kirin ku encamên 26 hezar û 597 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 124 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dane. Ji duh ve heta îro jî 14 hezar û 954 nexweşên coronayê baş bûne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî ragihand, “Em neçarin zêdebûna hejmara pêketinê kontrol bikin. Nezanîna bêyî vaksînlêdanê dibe sedema xelekeke xirab. Vaksîn bibin. Li gor tedbîran tevbigerin.”

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê herwiha da xuyakirin, rêjeya kesên di ser 18 salî re ku doza yekem a vaksînê wergirtine, gihîştiye %68.56 û rêjeya kesên doza duyem a vaksînê wergirtine, ji sedî 48 derbas kiriye û bi vê yekê, ji destpêkê ve heta niha 42 milyon û 555 hezar û 988 kesan doza yekem û 30 milyon û 470 hezar û 7 kesan doza duyem û 5 milyon û 988 hezar û 679 kesan jî doza sêyem a vaksînê wergirtine.

Li gor wezaretê, hejmara kesên ku heta niha dozên yekem, duyem û sêyem ên vaksîna Covid-19 wergirtine, bo 79 milyon û 14 hezar û 674 kesan bilind bûye.

Tevî bilindbûna rêjeya vaksînlêdanê, lê belê hêj 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de ne, ku ew parêzgeh ev in: Riha, Mêrdin, Bedlîs, Amed, Mûş, Êlih, Çewîg, Sêrt û Îdir.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin