Li Tirkîyê û Bakur hejmara bêkaran gihişt 4 milyon û 394 hezar kesan

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê di nav kesên 15 salî û jor de hejmara bêkaran di Kanûna 2019an de li gor ‎heman meha sala 2018an 92 hezar kes zêde bû û gihişte 4 milyon û 394 hezar kesan.

Navenda Nûçeyan - Herwiha rêjeya bêkarîyê bi ‎zêdebûna 0,2 puan gehişte ji sedî 13,7an. Bêkarîya li derveyî kiştûkalîyê jî bi zêdebûna 0,2 puan bû ji ‎sedî 15,8.‎

Di Kanûna 2019an hejmara kesên hatine damezrandin, li gor heman dema sala derbasbûyî 3 hezar kes ‎zêde bûne û gehiştîye 27 milyon û 658 hezar kesan, rêjeya damezrandinê bi kêmbûna 0,7 puan ‎daketîye ji sedî 44,7.‎

Di vê heyamê dehejmara li sektora kiştûkalî hatine damezrandin 225 hezar, li sektora avahîsazîyê 119 ‎hezar kes kêm bûye, li sektora pişesazî 225 hezar û li sektora xizmetguzarîyê jî 122 hezar kes zêde ‎bûye.

 Ew ên hatine damezrandin ji sedî 16,5 kiştûkalî, ji sedî 20,6 pêşesazî, ji sedî 5,4 avahîsazî û ji sedî ‎‎57,5 jî li sektora xizmetguzarîyê cîh digrin.‎

Rêjeya bêkarîyê di nav grûpa ciwanên 15-24 salî de li gor heman dema sala derbasbûyî bi zêdebûna 0,5 ‎puan bûye ji sedî 25,0, rêjeya damezrandinê jî 0,5 puan kêm kirîye û bûye ji sedî 31,9.

Herwiha di ‎heman demê de rêjeya beşdarbûna hêza 0,5 puan daketîye û bûye ji sedî 42,5.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye