Li Tirkîyê hejmara mirîyên koronayê gihîşt 44 kesan

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca ragihand, ku 7 kesên din ji ber vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) li wî welatî canê xwe ji dest dane û hejmara haletên tûşbûna bi vîrusê jî gihîştîye 1872 kesan.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkîyê 7 kesên din bi sedema vîrusa Covid-19 jîyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha ji ber vê vîrusê li wî welatî mirine, gihîşte 44 kesan

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca ev yek li ser hesabê xwe yê twitterê  ragihand ku  di nava 24 saetên dawîyê de 3 hezar û 952 pişkinînên koronayê li seranserê Tirkîyê hatine encamdan, ku encamên 343 ji wan pişkinînan pozîtîv derketin û tûşbûna wan kesan bi vîrusa COVID-19 hat piştrastkirin.

Koca da xuyakirin, hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê li Tirkîyê derbasî 1872 kesan bûye û ligel qurbanîyên îro hejmara mirîyan jî gihîşt 44 kesan.

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê herwiha daxwaz ji welatîyan jî kir, ku “li malên xwe bimînin û jîyana xwe nexin metirsîyê”.

Fahrettin Koca herwiha dîyar kir ku li 195 welata heroj pirsa “Çend kes” tê kiein û her çend li Tirkîyê mirin hebe jî lê bi gotina wî ji bo Tirkîyê ne dereng rê li ber koronayê bigirin û tedbîr dikarin rê li ber mirinên ji ber koronayê bigrin.

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'