Li Tirkiyê deynê sektora taybet ê krediyên derveyî welat bû 175 mîlyar dolar

.

Li Tirkiyê deynê sektora taybet ku bi rêya krediyan ji derveyî welat werdigrin îsal 2 mîlyar dolar zêde bû û gihişte 175 mîlyar û 600 mîlyon dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyê, rapora meha Gulanê ya 2021an li ser geşedana deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat eşkere kir.

Li gor raporê, deynê sektora taybet a krediyên derveyî welêt gihişt asta herî bilind a 16 mehên dawî. Heta dawiya meha Gulanê deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat li gor sala 2020an 2 mîlyar dolar zêde bû û gihişt 175 mîlyar û 600 mîlyon dolaran. Ji vî deynî 166 mîlyar dolar deynê demdirêj e û 9 mîlyar û 600 mîlyon dolar jî deynê demkurt e.

Banka Navendî ya Tirkiyê di rapora xwe de diyar kiriye, ji deynê sektora taybet a krediyên derveyî welat ê bankan li gor sala par mîlyarek û 700 mîlyon dolar kêm bûye û yê saziyên fînansê ku karê bankan nakin 549 mîlyon dolar kêm bûye, lê saziyên din ên ku karê fînansê nakin deynê wan ê kredîyên derveyî welat 4 mîlyar û 200 mîlyon dolar zêde bû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir