Li Tirkiyê bihayê elektrîk û gaza xwezayî hat zêdekirin

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 1ê Temûzê ve elektrîk ji sedî 15 û gaza xwezayî jî  ji sedî 12 buha bûn.

Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê ragihand ku ji ber zêdebûna mesrefa berhemanîna elektrîkê

ji 1ê Temûza 2021an û şûnde bihayê elektrîkê ji sedî 15 zêde bûye.

Li gor daxuyaniya saziyê di vê çarçoveyê de bo elektrîka malan dê welatî bo 100 kilovatsaat elektrîkê fon û bac jî di nav de dê 91,56 lîreyê Tirkî bidin.

Herwiha Kompanya Xetên Borî û Veguhestina Petrolê (BOTAŞ) li ser malpera xwe derbarê bihayê gaza xwezayî de zanyarî parve kirin.

Li gor zanyariyên ku hatine dayîn bo avahiyan ji sedî 12 û bo santralên ku lê hilberîna elektrîkê tê kirin ji sedî 20 hat buhakirin.

BOTAŞê diyar kiriye ku avahî dê bo 1000 metresêgoşe gaza xwezayî hezar û 488 lîra û 9 quruşê tirkî û herêmên pîşesaziyê  jî hezar û 783 lîre û 35 quruşê tirkî bidin.

Elektrîka santralên hilberînê jî ji sedî 20 hat buhakirin û hat gotin ku dê bo 1000 metresêgoşe gaza xwezayî 2 hezar û 60 lîreyê tirkî bê wergirtin.

Lîsteya bihayê gaza xwezayî mehane tê hesab kirin û ji sersalê heta Temûzê her meh gaza avahiyan ji sedî 1 hatibû buhakirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji serê salê û heta niha ev cara heftem e ku bihayê gaza xwezayî tê zêdekirin.

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir