Li Tirkiyê %74 ji aboriyê û ji jiyana xwe ne razî ne

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor lêkolîneke ligel 7 hezar û 432 ciwanên ku li  zanîngehê xwendekar in hate kirin, %73 ciwanan ji jiyanê û %74 jî ji rewşa aboriyê ne razî ne.

Di pêşengiya Endamê Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê Suphan Nasir de lêkolîneke bi navê “Analîza Hilbijêrên Nifşê Z yên Xwendekarên Zanîngehê di bingeha Nasnameya Sîyasî de” hate kirin û li gor encamê lêkolînê ji sedî 74 ciwan ji rewşa aborî û ji sedî 73 ciwan jî ji jiyana xwe ne razî ne.

Di lêkolînê de li ser pirsa “Li gor we hikûmeta AK Partiyê di kiryarên xwe de çiqasî girîngiyê didin fikrên welatiyan” ji sedî 27,57 ciwanan gotiye hikûmet di kiryarên xwe qet girîngiyê nade fikrê welatiyan û ji sedî 19,67 ciwanan jî gotiye girîngiyê dide fikrê welatiyan. 

Profesor Dr. Suphan Nasir diyar dike ku di lêkolînê de ciwanên ku ji rewşa aborî razî ne jî puanekî zêde ne dane hikûmeta AK Partiyê û ev jî bo siyasetê nîşaneyeke girîng e.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin