Li Tirkîyê 59 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Li Tirkîyê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 59 lesan û hejmara tûşbûyan jî bû 2 hezar û 433 kes.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya taybet li Twîtterê dawîn amarên derbarê vîrusa Koronayê (COVID-19) de belav kirin.

Li gor amarên ku Koca belav kirine, di dawîn 24 demjimêran de bi giştî 5 hezar û 38 test hatine kirin ku ji wan encama testa 561 kesan pozîtîv derketîye.

Her li gor daxuyanîya Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê, di heyama rojekê de 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyên Koronayê jî gihiştîye 2 hezar û 433 kesan.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin