Li Tirkiyê 326 xebatkarên tendirûstiyên bi Coronayê mirine

.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk ragihand ku di yek rojê de 5 karmend û xebatkarên din ên tendirûstiyê bi Covid-19ê canê xwe ji dest dane.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara karmend û xebatkarên tendirûstiyên yên bi Coronayê canê xwe ji dest dane, aşkere kir.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk dibêje, herî dawî di rojekê de 5 xebatkarên din ên tendirûstiyê canê xwe ji dest dane û nav wiha rêz kirine: Li Mêrsînê Pisporê Neştergeriya Giştî Dr. Dogan Yildirim, li Izmîrê Pisporê Onkolojiya Tibbî Prof. Dr. A. Ugur Yilmaz, li Kayserî Fermanberê Tendirûstiyê Oguzhan Ozkan, li Çorluyê Dermansaz Halit Usluel û li Dîloka Bakurê Kurdistanê jî Dermansaz Mehmet Çinpolat bi Coronayê canê xwe ji dest dane.

Ligel mirina van 5 xebatkarên din heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara karmend û xebatkarên tendirûstiyên yên bi Coronayê canê xwe ji dest dane gehiştiye 326 kesan.

Mirina herî zêde ya xebatkarên tendirûstiyê li Stenbolê bûye. Piştre Enqere, Izmîr, Ameda Bakurê Kurdistanê û Konya tên.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye