Li Tirkiyê 1761 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 782 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1761 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 283 hezar û 270 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1093 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 253 hezar û 245 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro zêdetirî 110 hezar pişkinîn hatin encamdan û 1761 nexweşên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran zêde dibe. Tiştê ku dikare vê rewşê bide sekinandin, pabendbûna bi tedbîran e. Hêz bi hev re di tedbîrê de ye.”

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe