Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 60 milyon derbas kir

.

Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 60 milyon derbas kir. Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dike, li seranserê cîhanê 60,174,732 kes bi vîrusa Korona ketine.

Li gor zanyariyên dawî, vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin û hejmara pêketiyan 12,7 milyonan zêdetir e. Li dû Amerîka bi 9,2 milyonan zêdetir pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî ji 6,1 milyonan zêdetir pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Korona, li tevahiya cîhanê heta niha 1,417,153 kesan can dane. Amerîka bi 261,480 mirinên ji vîrusa Korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 170,115 mirinan Brezîlya tê.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye