Li Sûriyê di êrîşekê de 10 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Li Sûriyê di êrîşekê de 10 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, çend firokeyên nenas, li başûrê devera Elbû Kemal a ser sînorê Iraqê, pêgehên çekdarên ser bi Îranê, kirin armanc. Di encamê de 10 çekdar hatin kuştin, ku ji wan 8 kes ji Iraqê ne û du kes jî xelkê Sûriyê ne.

Ajansa nûçeyan AFP ji zarê Rêvberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman ragihandiye ku di wê êrîşê de çend depoyên çek û teqemeniyên grûpên ser bi Îranê jî hatine jinavbirin.

Ramî Ebdurehman eşkere kiriye ku devera navbera Elbû Kemal û Meyadîn di bin hejmûna Îranê de ye û bi rêya çend grûpên çekdar ve, ligel Artêşa Sûriyê şer dikin û ew dever kontrol kirine.

Her çi qas raportên Rewangeha Sûrî amaje bi wê yekê dikin ku ew firoke, yên Îsraîlê ne, lê heta niha ne medyaya fermî ya Sûriyê û ne jî aliyekî din ev îdia piştrast nekirine.

Hêjayî gotinê ye ku di 3ê vê mehê de jî, 16 çekdarên grûpên Iraqî yên ser bi Îranê di êrîşa çend firokeyên nenas de li derdora Elbû Kemal hatibûn kuştin. Herwiha di 28ê Hezîranê de jî 6 çekdarên din ên grûpên ser bi Îranê hatibûn kuştin û tê gotin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike