Li şûna Melîh Bûlûyî, Nacî Încî weke wekîlê rektorê Bogazîçiyê tayîn bû

.

Melîh Bûlûyê ku bi biryarnameya Serokomariyê ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû wezîfedarkirin dîsa bi biryarnameya Serokomariyê ji wezîfeyê hatiye girtin. Li şûna Melîh Bûlûyî, alîkarî wî Mehmet Nacî Încî ji bo rektoriyê hatiye wezîfekirin.

Melîh Bûlûyê ku bi biryarnameya Serokomariyê ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû wezîfedarkirin, dîsa bi biryarnameya Serokomariyê û Qanûna Xwendina Bilind ya bi hijmar 2547an ji wezîfeyê hatiye girtin. Biryar di rojnameya fermî de hatiye weşandin.

Melîh Bûlû, di 2ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de bi biryarnameya Recep Tayyîp Erdogan ku di rojnameya fermî de weşiyabû ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê weke rektor hatibû tayînkirin.

Li şûna Bûlûyî, Mehmet Nacî Încî, alîkarê wî, weke wekîlê rektorê hatiye tayînkirin. 

Lijneya Hinkariya Bilind (YOK) ji bo namzetiya rektokiyê pêvajo daye daye destpêkirin. 

Piştî biryara tayînkirinê xwendekar û akademîsyena gotibûn divê rektor li zanîngehê bi hilbijartinê were diyarkirin û dest bi çalakiyan kiribûn.

Bûlû di dema protestoyan de ji bo ku xwendekar nekevin kampûsê kelemçe li derê zanîngehê xistibû.

Di protestoyan de bi sedan xwendekar bi sedema ku tevlî çalakiyan bûne hatibûn desteserkirin û polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girtibû.

Beşek ji xwendekaran bi şertê kontrola edlî serbest mabûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin