Li şûna 8 şaredarên HDPyê qeyûm hatine wezîfedarkirin

Wezareta Karûbarên Navxweyî li şûna 8 şaredarên HDPyê qeyûm wezîfedar kirine.

Navenda Nûçeyan -  Wezareta Karûbarên Navxweyî 8 şaredarên HDPyî ji kar dûr xistine û li şûna qeyyûm wezîfedar kirine.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Karûbarên Navxweyî, qeyûm ji bo Şaredarîya Êlihê, Erxenîyê, Gêlê, Licê, Farqînê, Norşînê, Halfelîya Îdirê û bajarokê Civanîka Sêrtê qeyûm hatine wezîfedarkirin.

Hevşaredar hatibûn desteserkirin

Lijneya Rêveber a Navendî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyonên li ser şaredarîya Farqîn, Erxenî, Gêl, Licê û Êlihê de daxuyanîyek weşandibû.

Di daxuyanîyê de hatibû gotin ku “Avahîyên şaredarîyên me yên Farqîn, Erxenî, Gêl, Licê û Êlihê hatine dorpêçkirin û dest bi lêgerînê kirine. Di encama serdegirtina malan de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Hevşaredarê Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredarê Erxenîyê Ahmet Kaya, Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl û Belgin Diken, Hevşaredara Yenîşehîrê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, Alîkarên Hevşaredarên me yên Êlihê Şehrîban Aydin û Salih Çetînkaya, Hevberdevkên me yên Şaredarîya Êlihê Şukran Çelebî û Recep Yargi hatine desteserkirin.”

Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê di daxuyanîya xwe de gotibû “Wezaretê heta niha daxuyanîyeke fermî nedaye. Her weha ti tiştek rasterast ji şaredarên me re nehatîye şandin. Çavkanîyên fermî derbarê naveroka vê operasyonê de ji raya giştî re tiştek negotine. Lê li gorî tecrubeyên bere, xuya dike ku ev operasyoneke kayûmtîyê ye. Em hêvî dikin ku desthilatdarî di nava van şert û mercan de dîsa qeyûman bi cih nake.”

Salîm Kaplan, Berpirsê Rêveberîyên Herêmî yên HDPyê jî ji bianetê re axivî bû û wiha dîyar kiribû: “Operasyon li ser şaredarîyên navborî hene. Lê ti belgeyek nîne ku ev kayûm e. Berîya niha desteser dikirin û biryar dişandin nila ti belgeyek derbarê keyûman de nîne.”

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da