Li Sûdanê xelk daxwaza rêvebiriyeke sivîl dike

Piştî ku bi kudetaya leşkerî, Serokê Dewleta Sûdanê Omer El Beşîr ji kar hate dûrxistin jî, xwepêşandêr têrîkî qadê nekir. Xelkê Sudanê daxwaza rêvebiriyeke sivîl dike.

Piştî ku El Beşîrê 30 sal welatê Sûdanê birêve bir û bi encama xwepêşandanên bi mehan ji kar hat dûrxistin jî, xwepêşander çalakîyên xwe didomînin. 

Bi hezaran xwepêşanderên ku li ber Serokatîya Sererkanîyê civîyan, daxwaz kir ku demildest derbasî birêvebirineke sivîl were kirin.

Hat ragihandin, da ku barîkatên leşkeran asteng bikin, xwepêşander destên hev girtin û ber xwe dan.

Xwepêşander daxwaz dikin ku hêzên veşartî ên dewletê bi temamî ji holê bê rakirin û demildest derbasî rêvebiriyeke sivîl bê kirin. Herwiha daxwaz tê kirin ku birêvebirên kevin, giş werin darizandin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye