Rûpela Nû-STOCKHOLM- Endam û piştgirên HDK û PDKÎ di taziya cangoriyan de bihevre bûn û xemgîniya giran de hevpar bûn. Zêdetirî du hezar kes beşdarî taziyê bûn.
PAK-Swêd jî bi heyetekê beşdarî taziyê bû û bi peyamekê sersaxiya herdu partiyan kir.
PAKê di peyamê de got; "Em vê bûyera nemirovî ya kiryarên terorîstî yên Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê, bi tundî şermezar dikin. Em rejîma xwînrêj a mollayan, rûreş dikin. Em bi hemû hestên xwe, bi partiyên birayên xwe yên HDK û PDK-Î herwiha bi malbatên cangoriyan û hemû hemwelatiyên xwe yên Rojhilatî Kurdistan re ne."
Di taziyê de gelek axaftin hatin kirin, di axaftinanan de rûreşkirina kiryarên qirêj û her wiha behsa hevkarî û yekîtiya kurdan hat kirin, ji aliyê çend ciwanên kurd ve sirûd hatin gotin.
Taziya cangoriyên Kurdistanê yên Koyê ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan ve hatibû amadekirin.