Li Stockholmê bi hezaran kes hatin şîna Celal Talebanî

Li Stockholmê ji bo koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî şînek hat danîn. Gelek kurdên swêdê beşdarî şînê bûn

Îro (08-10-2017) li Stockholmê li taxa Märstayê saet ji 14.00 heta 18.00 ji bo koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê (Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê) Celal Talebanî şînek hat danîn. Gelek kurdên swêdê beşdarî şînê bûn. Di destpêkê de ji bo şehîdan rawestiyan û piştre bi kurdî, swêdî û erebî li ser jiyana Celal Talebanî axaftin hatin kirin. Piştre Omer Şêxmûs wek hevalekî Celal Talebanî yê 54 salan axaftinek kir.  PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jî bi heyeteke mezin beşdar bû. Li ser navê heyeta PAK-Swêdê. Tacegulek û mesajek dan komîteya amadekar.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin