Li Stenbolê teqîn heftê wan polîs 11 kuştî

Vê sibehê li Stenbolê li devera Veznecilerê teqînek pêk hat. Kuştî û birîndar hene.

Vê sibehê Li Stenbolê, li taxa Veznecilerê ku nêzî Zanîngeha Stenbolê ye teqînek bihêz pêk hat. Li gora agahiyan, di dema derbasbûna otobêseke polîsan, erebeyeke bombebarkirî ji dûr ve hatiye teqandin.

Waliyê Stenbolê bi daxuyaniyekê encamên pêşî yên teqînê eşkere kir. Li gorî agahyiyên walî, di vê teqînê de heta niha heftê wan polîs, çarên wan sivîl 11 kuştî û dor 40 birîndarî hene. Tê ragihandin ku jiber rewşa hin birîndaran giran e, mumkin e ku hijmara miriyan bilind bibe. 
Heta niha nayê zanîn bê kê ev teqîn pêk aniye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin