Li Stenbolê polîsan êrîşî daxuyaniya Doza Kobaniyê kirin

.

 Rayedar û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dema xwestin li ber avahiya rêxistina Stenbolê derbarê Doza Kobaniyê de daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşî wan kir. Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Rêxistina HDPê ya Stenbolê dema xwest li ber avahiya xwe derbarê Doza Kobaniyê de daxuyaniyê bide ku hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî din nav de 28 jê girtî 108 tên darizandin, polîsan êrîşî wan kirin.

Polîsan berî daxuyaniyê derdora avahiyê dorpêç kirin û ketin û derketina kolana ku diçe avahiya HDPê girtin.

Berî daxuyaniyê bi çend deqeyan polîsan ber derî jî girtin û nehiştin ji hundir kesek derkeve derve.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan êrîşî girseya ku derket derve û xwest daxuyaniyê bide kirin rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye