Li Stenbolê li ser malên Elewîyan: “Bicihime, bêdîn!”

Di 22ê Mijdarê de li bajarê Meletî yê Kurdistanê jî heman bûyer rû dabû

Li Stenbolê li taxa Kocasînan a navçeya Behçelîevlera Stenbolê, li ser deriyê malbatekê Elewî, “Bicihime, bêdîn” hatîye nivîsandin û di bin wê de jî semola MHP heye.

Li gor ajansa Mezobotamyayê; bûyer şeva berê rû daye û malbatê di saetên serê sibê de nivîs û carandinê ferq kiriye. Malbat bi fikar e û  ji ber ewlekariya canê xwe nexwest navê xwe bide.

Di 22ê Mijdarê de li bajarê Meletî yê Kurdistanê jî heman bûyer rû dabû. 13 malên Elewiyan Taxa Cemal Gursel bi îşaretên carandin hatibûn îşaretkirin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin