Li Stenbolê 46 Dayîkên Şemiyê têne dadgehkirin

.

Îro li Stenbolê dadgehkirina 46 Dayîkên Şemiyê birêve diçe ku 700 hefteyan li pêşiya lîseya Galatasarayê ya Stenbolê çalakî encam didan.

Îro li 21emîn Dadgeha Ceza ya Stenbolê dadgehkirina 46 Dayîkên Şemiyê birêve diçe ku 700 hefteyan li pêşiya lîseya Galatasarayê ya Stenbolê çalakî encam didan.

Dayîkên Şemiyê daxwaza peydakirina zarokên xwe û gorên wan dikirin ku di salên 90an de hatine wendakirin.

Dayîkên Şemiyê ku li pêşiya lîseya Galatasarayê ya Stenbolê ji bo zarokên xwe yên wendakirî çalakî dikirin, di sala 2018an de, çalakiya wan dayîkan hatibû qedexekirin.

Wê demê polîs bi awayekî gelek tund rûbirûyê dayîkên Şemiyê bibûn ku dixwestin çalakiya xwe ya heftane encam bidin.

Piştre di derbarê 46 dayîkên Şemiyê de doz hatibû vekirin. Îro li Stenbolê ew dayîk têne dadgehkirin.
 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê