Li Stenbolê 2 bûyerên îstîsmara zayendî!

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, keçeke 5 salî rastî destdirêjîyê hat û bo nexweşxaneyê hat vrguhastin ku rewşa wê di xeterîyê da ye. Li alîyekî din, dîsa li Stenbolê, li metropolê jinekê rastî îstîsmara zayendî hat.

Hat ragihandin, doh keçeke 5 salî wexta li derve dilîst, rastî destdirêjîyê hat. 

Malbata wê, ew rakirin nexweşxaneya Kanûnî Siltan Silêman û kete neştergerîyê. 

Hat ragihandin rewşa keçikê hê jî di asteke metirsîdar da ye. 

Hat gotin ku hê jî tawanbarê vê bûyekê nehatîye dîtin û Dadgehê, li ser nûçeyên vê bûyerê biryara nepenîyê da.

Li alîyekî din, dîsa li Stenbolê, dema hatûçûya di metrobûsê da, jinek rastî îstîsmara zayendî hatîye.

Jina ku rastî îstîsmarê hat, ragihand ku piştî pê hesîyaye, qîrîyaye û bi wî awayî tawanbar ji metrobûsê hatîye peyakirin û radestî polêsan hatîye kirin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê