Li Stenbol, Amed, Êlih û Muglayê 28 kes hatin desteserkirin

.

Li Stenbolê revebirên HDPê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin girtin û di heman operasyonê de li Amed, Êlih û Muglayê jî gelek kes hatin desteserkirin.

Polîsan li navçeyên Sultanbeyli, Sancaktepe, Esenyurt, Sultangazi û Kartalê yên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 15 kes desteser kirin. Di nav desteserkiriyan de revebirên bajar û navçeyên Stenbolê yên HDPê jî hene.

Li gor medyaya Tirkiyê di operasyona ku navenda wê Stenbol e li Amed, Êlih û Muglayê bi tevahî 28 kes hatin desteserkirin.

Li Stenbolê Elvan Uçar Kordu, Ferhat Yıldız, Ramazan Kuni, Ayatullah Yavuz, Erol Aktaş, Veysel Ozdaş, Nizamettin Açık, Metin Beyret, Suat Yıldız, Selim Boga, Bilal Adıguzel, Bedrettin Aytun, Kerbela Bakır, İsmail İnedi û İlknur Yusufoglu hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, kesên hatine desteserkirin bo îfade dayînê birine Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê. Li gor medyaya Tirkiyê derbarê 38 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye