Li Siwêdê balefirek kete; 9 kes mirin!

Li bajarokê Umea ya Siwêdê balefirekî biçûk a 9 kes têdebûn kete.

Li bajarokê Umea ya Siwêdê balefirekî biçûk a 9 kes têdebûn kete rûbar û di balefirê her 9 kesên ku hebûn jiyana xwe ji dest dan.


Li gorî nuçeya Basnewsê;li bajarokê Umea ya Swêdê balefira ku grubekî peraşûtçû têdebûn piştî demekî kurt ji rabûnê kete çem ango rûbar. Gelek tîmên polîs, agirkuj û alîkariyê çûn cîhê bûyerê û hat ragehandin balefir piştî ku ji balefirgeha Umea rabûye, nîv demjimêr şûnde ketiye.


Berpirsê herêmê yê polîs Gabriella Bandling ragehand, di bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Derbarê nasnameya kesên ku jiyana xwe ji dest dane de ti agahiyek nehat dayîn, lê hat ragehandin hemwelatiyên Swêdê ne.
Ji tîma rizgar kirinê Conny Qvarfordt ji çapemeniyê re ragehand, balefir piştî ku ji balefirgehê rabûye û şûnde, xirabûn tê de çûbeye.
 


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye