Li Şirnexê teqîn: 2 zarokan canê xwe ji dest dan

.

Li navçeya Qilaban a Şirnexa Bakurê Kurdistanê teqînek çê bû û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

Îro Yekşemê, 21/03/2021, di demjimêrên piştî nîvro de li gundê Yekmalê yê ser bi navçeya Qilabanê ve li parêzgeha Şirnexê, teqînek çê bû.

Çavkaniyek taybet ji wî gundî ji Rûdawê re ragihand, cihê ku teqîn lê çê bûye ji gund ne dûr û nêzikî qereqolê ye.

Li gor gotina wî çavkanî teqemeniyek ku hêj cûreya wê nehatiye zanîn teqiyaye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama teqînê de herdu zarokên bi navên Yusuf Ata yê 15 salî û Caner Sak ê 16 salî  li cihê bûyerê birîndar bûn û bo Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin. Lê herdu zarok tevî hewldanê bijîşkî ji mirinê rizgar nabin.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Yusuf Ata yê 15 salî

Caner Sak ê 16 salî

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin