Li Şirnexê şivanek kuştî hate dîtin

.

Li navçeya Hezexê ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê şivanekî 23 salî li gundê Barimê bi awayekî ku gule li serî dane kuştî hate dîtin.

Li gundê Barimê ser bi Hezexê şivanê bi navê Hasan Bozkurt yê 23 salî ku bi armanca pezê xwe bi çêrîne derketiye dervî gund kuştî hate dîtin.

Gundiyan termê Bozkurt  5 kîlometre dûrî gund û bi awayekî ku gule li serî dane kuştî dîtine. Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên jenderme û tendûristiyê hatine cihê bûyerê û lêkolîn kirine.

Piştî lêkolînê termê Hasan Bozkurt bo Nexweşxaneya Hezexê ya Dewletê hatiye veguhestin.

Li gor agahiyên hatine dayîn derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin