Li sînorê Kerkûkê efserekî Pêşmerge yê malnişîn hate kuştin

.

Li sînorê parêzgeha Kerkûkê termê efserekî Pêşmerge yê malnişîn di nav baxê xwe de kuştî hate dîtin.

Rêveberê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê Eqîd Yusif Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 20.04.2021ê termê Pêşmergeyê malnişîn Muqedem Necat Hesen Mihyedîn ê dayîkbûyê sala 1967 di nav baxê xwe yê li sînorê gundê Çîmen ê ser bi nahyeya Qerehencîr a ser bi Kerkûkê bi kuştî hate dîtin.’’

Herwaha got: ‘’Ew kese rûniştvanê navçeya Dûriskek a bajarê Kerkûkê ye, ku ew navçeye dikeve sînorê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê û naha lêkolîn derbarê kuştina wî kesî de destpê kiriye.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye