Li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî ya tirkan tê avakirin!

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê baregeheke leşkerî li Çiyayê Balkayayê yê li herêma Şemzînana Colemêrgê ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê ava dike.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, "ev baregeh tê avakirin da ku çûnûhatina di ser sînorî re bên astengkirin û ewlekariya wî were dabînkirin".

Ev baregeh li bilindahiya 2 hezar û 400 metreyî ji deryayê li çiyayê Balkayayê yê Şemzînanê ava dibe.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku dê operasyonekê li bajarê Şingalê bikin û Hikûmeta Iraqê jî li dijî vê derdikeve. 

Her wiha birêveberiya Iraqê qebûl nake ku Tirkiye ti operasyonan li ser axa wê bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin