Li sînorê Amêdiyê 5 Pêşmerge şehîd bûn

.

Di êrîşekê de çend Pêşmerge li Çiyayê Metîna yê sînorê qezaya Amêdiyê birîndar bûn û çavkaniyek jî dibêje: “5 Şehîd hene.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn

Di êrîşekê de li sînorê qezaya Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn, Wezareta Pêşmerge jî berpirsyariya êrîşê dixe sitûyê gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn got “Pêşmergeyan dixwest hinekî hêzên xwe belav bikin daku gundên wê navçeyê zêdetir biparêzin, neyên valakirin û rê li zêdebûna wan zeraran bigrin ku çend meh e berdewam e.”

Serbest Lezgîn got “Dema hêzên Pêşmerge ketine tevgerê, PKKê kemînek daniye û êrîşeke tirsonekane birine ser hêzên Pêşmerge û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Tê nûkirin...

Çavkanî Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin