Li Şingalê goreke bi kom a Êzdiyan hat dîtin

Li nahiyeya Giruzêr a ser bi bajarê Şingalê, goreke bi kom a Kurdên Êzdî hate dîtin ku 7 term têde ne.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand: “Li nav maleke Girûzêr di nav hewzeke avê de goreke bi kom a xwişk û birayên me yên Kurdên Êzdî hatiye dîtin ku 7 term têde ne û ji aliyê DAÎŞê ve hatine kuştin. Ji wan rufatên 5 kesan hatine naskirin, ku xelkê Giruzêr in.”

 

Meham Xelîl eşkere kir: “Şingal bajarê gorên bi kom e. Bi dîtina vê gora bi kom jî, heta niha 71 gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin û her ku diçe gorên zêdetir têne dîtin û piraniya wan goran jî li aliyê baku û başûrê Şingalê, li Girzerdik, Giruzêr, Tel Qeseb û Tel Benat in.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin