Li Şingalê di navbera artêşa Iraqê û hêzeke PKKê de pevçûn û alozî derket

.

Hat ragihandin ku li Şingalê di navbera hêzeke bi ser PKKê ve û artêşa Iraqê de pevçûn û alozî çêbû ku çekdarên bi ser PKKê ve otomobîleke hêzên iraqî desteser kirin.

Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê, îro 11ê Adarê li nehyeya Sinûnê ya girêdayî Şingalê, şer di navbera PKKê û artêşa Iraqê de rû da ku li gorî hin çavkaniyan, leşkerekî artêşa Iraqê birîndar bûye û otomobîleke leşkerî ya artêşa Iraqê hatiye desteserkirin.

Hat zanîn ku sedema şer û aloziya nabera herdu aliyan ew bûye ku artêşa Iraqê soz dabû  hezar û 500 çekdarên bi ser PKKê yên hêza Parastina Êzidxanê, bixe beşek ji artêşa Iraqê, lê îro ew dema hatiye diyar kirin bidawî bûye û rêkeftina navbera aliyan nehatiye bicihkirin.

Herwiha ji ber vê yekê çekdar û alîgirên PKKê li rojavayê Xanesor a nehyeya Sinûnê û navenda bajarê Şingalê dest bi xwepêşandanê kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ligel ku 10 rojên borî de artêşa Iraqê 3 lîwa hêz bir ser sînorê Iraq û Sûriyê de birine jî hîn rêkeftina navbera Hewlêrê û Bexdayê ya derxistina milîsan ji Şingalê bicih nehatiye.
 

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin