Li Şingalê 2 gorên bi kom derket!

Li Şingalê du gorên bi kom ên kurdên Êzidî hatine dîtin. Di nav van goran de termê 90 kesan derket. Di nav qurbaniyan de zarok û jin jî hene.

Li gor zanyariya Rûdawê, beriya hefteyekê, li Şingalê du gorên bi kom ên kurdên Êzidî hatine dîtin. Di gorê de jin û zarok jî di nav de, termên 90 kesan derket.

 

Li gorî zanyariyên berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 80 kesên hatine gulebarankirin, xelkê bajarokê Cezîre ya başûrê Şingalê bûne û 10 ji wan jî xelkê gundê Qabûs bûne.

 

Feysel Şemo kurdekî Êzidiye û wî bi çavên xwe ev komkujî dîtiye û dibêje: “Destpêkê 3 otomobîl hatin, xelk têde anîn, paşî otomobîlên wan ên leşkerî hatin. Me dît hemû bi rêz kirin û paşî gulebaran kirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin