Li Sineya Rojhilatê bobelata hatûçûyê:27 mirî

Derengiya şeva derbasbûyî li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tankerekî petrolê û otobûsekî rêwiyan li hev ketin û di encamê de 27 kesan canê xwe ji dest da.

Bûyer li pêşiya Termînala Sineyê pêk hat û tê gotin, ku tankerekî petrolê ku ji Başûrê Kurdistanê petrol vediguheste Îranê li otobûsekî rêwiyan da. Di dema bûyerê tanker teqiya û agir bi otobûsê jî ket.

 

Li gorî zanyariyên medyaya Îranê di bûyerê de 27 kes canê xwe ji dest dane.

 

Hê jî bi awayeke fermî amara qurbaniyên bi vê rûdanê nehatine ragihandin û nayê zanîn ka çend kesên din birîndar in.

 

Herwiha ji di dema bûyerê de agir bi çend otomobîlên din ên nêzîkî bûyerê jî ketiye û şewitîne.

 

Ji ber vê bûyerê li Sineyê şîna giştî hate ragihandin.

 

 

 

 

(Rûdaw)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin