Li Silêmaniyê 22 endamên DAIŞê hatin girtin

.

Asayîşa Herema Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku li Silêmaniyê, Germiyan, Çemçemal, Seyîd Sadik û Pişder operasyon pêk anîne û di encamê de 22 endamên DAIŞê hatin girtin.

Asayîşa Herema Kurdistanê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li 22 navnîşanan ku navenda wê li Silêmaniyê ye operasyonek pêk anî.

Asayîşa Herema Kurdistanê ragihand ku 22 çekdarên DAIŞê yên ku dixwestin bi dizî çalakiyên terorîstî organîze bikin, hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nav kesên ku hatine girtin de waliyê DAIŞê yê Fellûceyê Ebû Elî Cumeylî ku nasnameya sexte ketiye Herema Kurdistanê jî heye.

Di daxuyaniyê de hate tomar kirin ku endamên DAIŞê yên hatine girtin dê werin dadgeh kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku endamên DAIŞê yên hatinegirtin, xwestine ku çalakiyên terorîstî organîze bikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin