Li Sîdekan mîneka PKKê bi pêşmergeyan de teqiya – Pêşmergeyek şehîd bû

.

Li devera Sîdekan ya Herêma Kurdistanê mînek PKKê bi otomobîleka pêşmergeyan de teqiya, pêşmergeyek şehîd bû.

Peyamnêrê BasNewsê ragihand, duh bi şev li zozana Gerûy Sînga li devera Biradost ya nahiya Sîdekan mîneka PKKê bi otomobîla pêşmergeyan de teqiya.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Navê wî pêşmergeyê ku şehîd bûye, Tarîq Qadir Xalinde  û navê yê birîndar jî Mizefer Ferhand Hesen bûye.

Qaymeqamê nahiya Sîdekan, Îhsan Çelebî ji BasNewsê re got, cihê rûdanê li ser sînorê Tirkiyê ye û ev demek dirêj e ji ber şerê PKK û Tirkiyê, deverek metirsîdar e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye