Li Sêwasê du otomobîlan li hevdan û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

.

Li navçeya Golova ya Sêwas a Bakurê Kurdistanê ji ber li hevdana du otomobîlan 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li gundê Çatakli ya ser bi navçeya Golova ya Sêwasê pêkhat û otomobîlekî li otomobîla li hember dihat da û herdu otomobîl jî li otomobîleke din ketin.

Li ser agahdar kirina hemwelatiyan gelek tîmên tenduristiyê çûn cîhê bûyerê, lê di wesayîtên ji hev belavbûyî de termê 9 kesan hate derxistin.

Parêzgerê Sêwasê Salih Ayhan jî ragehand: ''Li navçeya Golova du wesayîtan li hevdan. Li gor agahiyên destpêkê 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.''

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye