Li Sêrtê şer: 5 leşker hatin kuştin!

Hat ragihandin ku çekdarên PKKê li Erûhê bi ser baregeha leşkerê Tirkiyê ya bi navê Ormanardi de girtiye. Di encamê de 5 leşker hatine kuştin, 7 jî birîndar in.

Hat zanîn li bajarê Sêrtê bajaroka Dihê gerîlayên PKKê êrîşî ser Bingeha Leşkerî ya Ormanardiyê kirine û di encamê de  5 leşkerên Tirk mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, duhî li bajarokê Hazroyê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derket di encama şerekî de 6 leşker birîndar bûbûn.

Herwiha Parêzgeriya Diyarbekirê got jî, di çarçoveya berdewamiya wê pevçûnê de li dijî gerîlayên PKKê operasyon kirine û 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Di derbarê şerê Diyarbekirê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin