Li Sêrtê jî qedexe hat dirêjkirin

.

Parêzgariya Sêrtê ji bo dema 15 rojên din jî qedexeya her cûre çalakî û xwepêşandanan ragihand. Herî dawî qedexeya li Colemêrgê hatibû dirêjkirin.

Parêzgariya Sêrtê di daxuyaniyekê de ragihand, ku her cûre çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên rojnamevanî û vedana çadir û standan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û neteweyê, binpê nekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Corona” biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Ev di demekê de ye ku heyamek e dirêj e, li parêzgehên Bakurê Kurdistanê qedexe tên ragihandin û berdewam tên dirêjkirin.

Herî dawî jî duh li Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji bo dema 15 rojan hemû cûre çalakiyên weke xwepêşandan, konferansên rojnamevanî, girev girtin û vegirtina konan hatibû qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye