Li Şernexê şer...3 leşker mir

Li herêma Besta ya Şirnexê gerîlayên PKKê êrîşî baregaha leşkerên artêşa Tirkiyê kirin û di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Ajansa DHAyê ragihand, ku PKKyiyan li Bestayê êrîşê baregaha leşkeran kirine.

 

Li gorî nûçeyê di dema êrîşê de pevçûn derketiye û di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.

 

Leşkerê birîndar bi helîkopterê veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

 

Hate gotin, ku piştî pevçûnan artêşa Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonê kiriye.

 

Heta niha jî sererkaniya Tirkiyê û herwiha PKKê jî derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin