Li Serhedê lehî gelek deran girte berxwe

.

Li navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê lehî rabû û jinekê jiyana xwe ji dest da, herwiha ji ber lehiyê xanî û axurên gundiyan zirar dîtin.

Li gundê Şêx Birahîmê ya ser bi navçeya Avkevirê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ve piştî baraneke zêde çem û rubaran di ser re avêtin û lehî rabû.

Piştî agahdarkirinê, Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û tîmên tenduristiyê yekser çûne gund û dest bi xebatan kirin.

Li gundê Şêx Birahîm jina bi navê Emîne Ulker ji tirsa lehiyê celteye dil lêda û di dema veguhestina nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Herwiha jineke din jî ku ji lehiyê tirsiya bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ji ber lehiyê li gund, malek bi temamî rûxiya û gelek mal û axuran jî zirar dîtin.

Herwiha saziya keşûhewayê, ji bo bajarê Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Qers, Agirî û Îdirê bo roja Duşemê derbarê barana zêde de hişyarî da welatiyan.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin