Li Serê Kaniyê 150 malbatên Uygur bicih kirin

.

Tirkiyê, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi armanca guherîna deverê, 150 malbatên Uygur bicih kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Tirkiyê zêdetirî 150 malbatên Uygur ji Idlibê veguhustine herêma Serê Kaniyê, ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar de ye.

Zanyarî didin zanîn, ew malbatên Uygur ku bi regez Tirkên Çînê ne, li nav malên Kurdan li Serê Kaniyê hatine bicihkirin.

Kurdên xwediyên wan malan ku Uygur tê de hatine bicihkirin, ji ber êrîşa 2019an ya artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên opozisyona Sûriyê koçberî bajarê Hesekê û Başûrê Kurdistanê bûne.

Herwiha çalakvan û lêkolîner jî dibêjin, Tirkiyê bi rêya bicihkirina Uyguran li Serê Kaniyê, hewl dide demografiya herêmê biguhere.

Li gorî amaran, niha 50 hezar muslimanên Uygurî ku ji Çînê hatine, Tirkiyê dixwaze wan veguhêze Rojavayê Kurdistanê û wan li navçeyên Kurdan bicih bike.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin