Li Serdeştê kolberek hat kuştin û kolberek jî birîndar bû

Hêzên çekdar ên Îranê li sînorê Serdeştê kolberek kuştin û kolberek jî birîndar kirin.

Basnews

 

Hêzên çekdar ên Îranê li sînorê Serdeştê kolberek kuştin û kolberek jî birîndar kirin.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro 08.10.2019ê hêzên çekdarên Îranê yên li gundê Sûregwêj a ser bi Serdeştê gule li karwanekî kolberan berdane.

Di encama wê gule berdana hêzên ewlehîya Îranê de kolberekî bi navê Azad û xelkê gundê Mîr Şêx Heyder jîyana xwe ji dest daye.

Herwaha kolberê bi navê Muhsîn jî birîndar bûye, lê li gorî hin çavkanîyan tê gotin ku 2 kolber birîndar bûne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin