Li seranserî cîhanê kesên ji vîrusa Korona baş bûne 20 milyon derbas kir

Li seranserî cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê gihişt 29 milyon û 164 hezar û 539 kesan.

Li gor zanyariyan, li tevahiya cîhanê, 20 milyon û  953 hezar û 213 kes berketî baş bûne. Heta niha 928 hezar û 985 kes jî li seranserî cîhanê ji ber Koronayê can dane.

Herwiha li gor zanyariyên herî dawî yên îro, nexweşiya vîrusa Koronayê herî zêde li van welatan belav bûye: “Amerîka, Hîndistan, Berazîl, Rûsya, Perû, Kolombiya, Meksîka, Başûrê Afrîqiya, Îspanya, Arjentîn, Şîlî, Îran, Frensa, Brîtanya, Bengladêş, Siûdiye, Pakistan, Tirkiye, Iraq, Îtalya, Fîlîpîn, Almanya, Endonesya, Îsraîl, Ukranya, Keneda, Bolîvya, Qeter, Ekwador, Kazaxistan, Domenîka, Romanya, Penema, Misir, Kiwêt, Belcîka, Uman, Mexrîbî Erebî, Swêd û Çîn.”

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye