Li seranserê Iraqê di rojekê de zêdetirî 5 hezar kes bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 hezar û 55 kesên din jî pê ketine.

Wezareta Tenduristiya Iraqê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan can daye û 5 hezar û 55 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hat diyarkirin ku heta niha 332 hezar 635 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 264 hezar û 988 kes jî baş bûne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da