Weke ku tê zanîn ji ber ku metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê zêde bûye Emerîka dixwaze hêzên pêşmerge vegere Kerkûkê.
Li ser mijarê Nûrî Heme Elî, ku biryar e vê heftiyê wê bibe “Berpirsê Bereya Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge”ragihand ku civînên di derbarê vegera pêşmerge û çend mijarên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dikin û got: “Lê heta niha ti demek ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê nehatiye diyarkirin.”
Heme Elî herwhiha diyar kir: “Pêşmerge dixwaze bi aştiyane vegere. Koçberên wan sînoran jî bi silametî û parastî vegerin ser mal û halê xwe. Ji bo vê jî pêwîstî bi garantî û rêkeftinê heye.”