Li ser rêya Colemêrg-Wanê bûyera trafîkê: 4 kes mirin

.

 Di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya Wan-Colemêrgê, 4 endamêm malbatekê jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Ji gundê Bîska yê ser bi bajarokê Rûbarok ve li Şemzînana Colemêrgê, hemwelatiyê bi navê Lêhat Mehûd, ji Rûdawê re ragihand, ku bûyera trafîkê li Elbaka ser bi Wanê ve rû da.

Li gor zanyariyên wî hemwelatî, dema ku ew kamyonet ji Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû, ajokarê wê kontrol ji dest da û ji ber wê yekê kamyonet ji rê derket û wergeriya.

Li gor zanyariyên Rûdawê bûyer duh demjimêr 13.30 çê bû û di encamê de 4 kesên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Eyaz Lezgîn Rezeyî yê ajokarê kamyonetê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Xeyal, Mehmûd Emîn Seîd, Mîna Ferîd Rezeyî û Cîhan Mihemed Emîn Seîd jî li nexweşxaneya bo hatibûn veguhastin, jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha rewşa tendirustî ya Keskîn Şêmed Rezeyî jî ku di encama bûyerê de birîndar bû, xerab e.

Derbarê bûyerê de ji aliyê rêveberiya cendirme ya wê deverê ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Kurdistanê: Piştî 20 salan hîn jî Madeya 140 nehatiye cîbicîkirin
Roj roja Derbiya Bakurê Kurdistanê ye, çav li Amedê ne
Nav û birêvebiriya DEM Partiyê dê bên guherin
Plana Mega hat eşkerekirin: Bajarên Kurdan li derve hatin hiştin
Amerîka ji Baregeha Qesrikê derdikeve